Li Rihayê cerdevanekî xwişk û zavayê xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewengê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê cerdevanekê bi çeka xwe ya cerdevaniyê xwişka û zavayê xwe kuşt.

Li gor medya Tirkiyê li Taxa Kabacak a navçeya Hewengê cerdevanê bi navê Îzzet D. bi çeka xwe ya gundparêziyê teqe li xwîşka xwe ya bi navê Aysel Yaşar û hevjînê wê Îbrahîm Yaşar kiriye û ew birîndar kirine.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûne cihê bûyerê û birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Hewengê.

Li gor zanyariyan Aysel Yaşar û hevjînê wê tevî hewildanên pizîşkî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane.

Li gor agahiyên hatine belavkirin şer û pevçûn li ser zeviyan derketiye, lê ti hûrgilî nehatine dayîn.

Li aliyê din hêzên ewlekariyê ji bo destserkirina wî cerdevanî dest bi xebatên lêgerînê kirine.