Sefîn Dizeyî: Hewl tê dayîn statûya Herêma Kurdistanê bê biçûkkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji roja hatiye pesendkirin heta niha destûra Iraqê berdewam tê binpêkirin û got, qonax bi qonax hewl tê dayîn statûya Herêma Kurdistanê bê biçûkkirin.
Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa xebatên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexda, helwasta hikûmet û siyasetmedarên Iraqê ya li beramber Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên siyasî kir.
Sefîn Dizeyî dibêje, siyasetmedarên Iraqê ku piraniya wan heta berî sala 2003 jî pêgeha wan li Herêma Kurdistanê hebû û beşek bûn ji opozisyonê “niha ku desthilat bidest xistin, mixabin lûleyên tifingên xwe li şûna bidin wan kesên ku ajandayên xwe bi ser de disepînin, berê wan dayîne Herêma Kurdistanê.”
Li ser mijara ku tê gotin, daxwaz tê kirin nûnertiyên Herêma Kurdistanê yên li derve bên girtin, Sefîn Dizeyî dibêje, “Ev daxwaza û şexsî ne, ne ji aliyê hikûmet û ne jî aliyên siyasî bi fermî daxwazek wiha nehatiye kirin. Lê eger mijareke wiha bê rojevê, ev bi zelalî binpêkirina destûrê ye.”
Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, “Roj bi roj Bexda destûra 2005an ku bi razîbûna ji %85 a xelkê hat pesendkirin, binpê dike. Bo nimûme pêwîst bû maddeya 140 a destûrê sala 2007an hatiba cîbicîkirin, lê hê jî di vê mijarê de gavek nehatiye avêtin.”
Sefîn Dizeyî amaje bi wê jî kir ku berî rûxana rejîmê jî di sala 2003an de, nûnertiyên Herêma Kurdistanê li hinek welatan hebûn û tekez dike, “Ev ne ew destkeft in ku piştî hilweşandina rejîmê hatine bidestxistin. Nûnertiyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê piştî 2003an jî hatin vekirin, ev mafek destûrî ye.”
Di dewama gotinên xwe de Dizeyî bibîr dixe ku hemû nûnerên welatên biyanî di dema serdanên xwe de bo Herêma Kurdistanê, tekeziyê li ser çareserkirina pirsgirkên Hewlêr-Bexdayê bi rêya diyalogê dikin û got, “Qebûl dikin ku daxwazên Herêma Kurdistanê di çarçova destûrê de ne. Di mesela Şingalê de roleke diyar a UNAMIyê hebû. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftineke baş hat îmzekirin. Lê di warê cîbicîkirinê de mixabin pêşhatek nîne.”
Sefîn Dizeyî bal dikişîne ser wê yekê jî ku, li Iraqê ji sala 2009an ve hewl tê dayîn qonax bi qonax statûya Herêma Kurdistanê bê biçûkkirin û “rast e ku Iraqê piştî referandûma serxwebûnê ya di 2017an de lez daye vê qonaxê. Lê berî wê ev plan hebûn.”
Her di wê hevpeyvînê de Sefîn Dizeyî tekez dike ku nûnertiyên her 5 welatên endamên daîmî yên Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê hene û aşkere jî kir, 6 jê yên welatên Erebî, bi giştî 40 konsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê hene.
Derbarê vekirina nûnertiyên Herêma Kurdistanê li Rûsya û Tirkiyê Dizeyî got, “Li Rûsyayê nûnertiya me heye, lê nûnerê me nîne. Mijara vekirina nûnertiyê li Tirkiyê peywendî bi me heye.”
Sefîn Dizeyî dibêje, li Tirkiyê bingeheke dîplomatîk bo vekirina nûnertiyê heye û ragihand, “Tirkiyê 4 sal berî niha ev mijar erê kiribû. Lê piştî referandûmê bo demekê hat paşxistin. Herî dawîn jî di serdana kabîneya nû ya bo Tirkiyê, ev mijar hat rojevê. Enqerê careke din ev yek erê kir.”
Li ser peywendiyên Hewlêr-Bexdayê jî Dizeyî, diyar kir ku hevdîtin berdewam bin û aşkere jî kir ku ji bo gihîştina bi rêkeftineke bingehîn û mayînde, Şanda Danûstandinkar a Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.