Piştî êrişa DAIŞê li Daqûqê; Pêşmerge xalên pasevaniyê zêdetir dike

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku şeva bihorî DAIŞê li sînorê qezaya Daqûqê ya Kerkûkê êrişî hêzên artêşa Iraqê kir, hêzên Pêşmerge li ser sînorê nêzîkî Kerkûk û Mûsilê ketine amadebaşiyê û fermandarekî Pêşmerge jî dibêje: “Me xalên pasevaniyê du qat zêde kirine.”

Serpireştê Mîhwera Guwêr-Mexmûr a Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, DAIŞ gelek caran sûdê ji hewayê mij û dûmanê werdigire û êrişan pêk tîne, “lewma di dema barîna baranê û hewayê mij de em xalên xwe yên pasevaniyê du qat zêde dikin, herwiha em kemînan jî li derveyê sengeran datînin.”

Sîrwan Barzanî diyar kir, dema ku hewa mij û dûman be, firokeyên cengî nikarin bi hûrî çekdarên DAIŞê bibînin û wan bikin armanc, lewma di demên wisa de êrişan dikin.

Li aliyekê din, Berpirsê Mîhwera Rojavayê Kerkûkê ya Pêşmerge, Nûrî Heme Elî ji Rûdawê re got, DAIŞ ji bo encamdana êrişên xwe berdewam sûdê ji rewşa hewayê werdigire, bi taybet di demên barîna baraneke bihêz û hewayê bi mij de êrişan dike.

Nûrî Heme Elî got, “di êrişa şeva bihorî de jî li sînorê Daqûqê, DAIŞê dîsan ji rewşa hewayê sûd wergirtibû, lewma di demên wisa de Pêşmerge çeperên xwe tundtir dike û xalên çavdêriyê jî zêdetir dike.”

Şeva derbasbûyî çekdarên DAIŞê li sînorê Daqûqê ji sê aliyan ve êrişî ser hêzên Iraqê û bi taybet Polîsê Federalî kiribû.

Li gor zanyariyan, demjimêr 23.00 şeva bihorî hejmarek ji çekdarên DAIŞê ku tê texmînkirin derdora 20 çekdaran bûne, li nêzîk gundê Tel Teba li sînorê Daqûqê êrîşî ser çeperên Polîsê Federalî yê Iraqê kirine.

Pêştir çavkaniyekî ji Polîsê Daqûqê ji Rûdawê re ragihandibû ku DAIŞê ji 3 milan ve êrîşî ser Polîsê Federalî kiriye û di êrişê de 2 polîs hatine kuştin û 5 polîsên din jî birîndar bûne.

Çavkaniyan dane xuyakirin ku ji ber zêdebûna rêjeya baranê kamêrayên çavdêriyê kar nekirine û heya ew çekdar nehatine nêzî wan hest bi tevgera wan nekirine.

Çekdarên DAIŞê piştî êrişê bo cihekî nediyar reviyane.