Listokên berê li Muzexaneya Lîstik û Pêlîstokan a Dîlokê zindî dibin

Dîlok (Rûdaw) – Rojane bi hezaran kes serdana Muzexaneya Lîstik û Pêlîstokan a Dîlokê dikin. Muzexaneya Lîstik û Pêlîstokan a Dîlokê yeekane muzexaneya lîstik û pêlîstokan a Bakurê Kurdsitanê ye.

 

Li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tenê 4 muzexaneyên lîstok û pêlîstokan hene.

 

Li Bakurê Kurdistanê yekane Muzexaneya Lîstok û Pêlîstokan di 6ê Avrêl a sala 2013an de ji aliyê Şaredariya Dîlokê ve hatiye vekirin. Ji sala ku hatiye vekirin heta niha derdora 100 hezar kes serdana muzexaneyê dikin.

 

 

Muzexaneya navborî ji 9 beşan pêk tê. Tê de tenê pêlîstok nayên parastin, di heman demê de zarok tên li vir fêrî lîstikên berê dibin.

 

Pêlîstokên ji sala 1700an heta sala 1990î di muzexaneyê de cih digirin. Di muzexaneyê de 600 desteyên pêlîstokan û 5 hezar jî pêlîstokên Dîlok, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê hene.

 

 

Muzexane li Taxa Mîran ango Taxa Began a navçeya navendî ya Şaxan Beg a bajêr e. Muzexaneneya Lîstok û Pêlîstokan di navbera heşt û nîvê (08:30) danê sibê heta pênc û nîvê(17:30) danê êvarê 6 rojên hefteyê ji bo serdanê vekiriye.

 

Zarok, jin, mêr, kal û pîr rojane bi hezaran kes serdana Muzexaneya Lîstik û Pêlîstokan a Dîlokê dikin. Ev muzexane di gellek waran de bêhempa ye. Yekane muzexaneya lîstik û pêlîstokan a Bakurê Kurdsitanê ye.

 

 

Roja Duşemê ne tê de di heftê de 6 rojan ji serdanê re vekiriye.Ev muzexane  3 sal berê li Dîloka kevnar li Taxa Mîran hatiye vekirin.

 

Berpirsa Muzexaneya Lîstik û Pêlîstokan a Dîlokê Aslihan Ozturk ji Rûdawê re wiha got:

 

“Em dixwazin lîstik û pêlîstokên berê yên Dîlokê ji nû ve derbixin meydanê. Lîstik û pêlîstokên Bakur, Tirkiye û cîhanê jî di muzexaneya me de cih digirin. Ji bo lîstik û pêlîstokên berê derbasî nifşên nû û nifşên siberojê bibin, ev muzexaneya derfeteke baş e. Van lîstik û pêlîstokan dê zarokek, kesek fêr bibe û fêrî zarok û kesek din bike. Ev muzexane ne tenê ji bo parastina pêlîstokan e. Di heman demê çanda lîstik û pêlîstokan jî li vir tê parastin.”

 

 

Li muzexaneyê 5 atolye hene ku hem zarok tê de fêrî lîstikên berê dibin hem jî bi xwe pêlîstokên xwe çêdikin. Herwiha malbatên zarokan jî dikarin tevlî van atolyan bibin.

 

Yek ji van lîstikên herêmî û kevnar ku li vir hatiye zindîkirim jî bûkika çoçik e.

 

Mamosta li Atolya Pêlîstokan Selda Salman jî got: “Ev lîstika Bûkika Çoçik pir pir kevnar e. Berê ji bo xwestekên mirov ji Xwedê ev lîstik dihat lîstin. Di lîstika Bûkika Çoçik dihat gotin ku ´Bûkika Çoçik ji Xwedê dilovanî, baran û genim dixwaze´. Em jî ji bo ev lîstika neyê jibîrkirin û derbasî nifşên nû bikin em li vir hem vê lîstikê dileyîzin hem jî pêlîstoka wê çêdikin. Zarok jî bi kêfxweşî fêr dibin. Niha gellek kêfa zarokan bi vê lîstikê tê.”

 

 

Zarok jî ji hînbûna lîstikan û fêrbûna çêkirina pêlîstokan kêfxweş in. Ev der ji di heman demê de ji bo wan bûye wargeha sosyalbûnê.

 

Şagirt li Atolya Pêlîstokan Ceren Kûtval jî wiha axivî: “Lîstik û pêlîstokên berê jî yên vê serdemê jî xweşik in. Min niha ev pêlîstoka çêkiriye. Min bi xwe xemiland. Gellek xweşik in.”

 

Şagirtekî din jî li Atolya Pêlîstokan anî ziman: “Yên ku xwişk û birayên wan hene, di rojbûyînên wan de dikare wekî diyarî vê pêlîstokê bide wan. Ev bûkika pir bi hêsanî bi dest tê çêkirin.”

 

 

Li muzexaneyê malbat û zarokên wan bi hev re lîstikên berê dileyîzin. Herçend dema qala lîstik û pêlîstokan tên kirin zarok bê bîra mirov jî lê eleqeya dewbavan û mezinan ne kêmî eleqeya zarokan e. Ji ber ku mezin hem li vir zarokatiya xwe bi bîr tînin, hem jî pê dilxweş dibin ku ev lîstikana derbasî nifşên nû dibin. Li aliyê din zarok ta asteke baş bi saya vê muzexaneyê ji girêdan û bindestiya lîstokên înternetê dûr dikevin.

 

Welatiya bi navê Meral Tiraş jî got: “Dema em bi zarokên xwe re lîstikên xwe yên berê dileyîzin, hem em derdikevin rêwîtiyeke ber bi rabirdûyê hem jî ew hestên ku di zarokatiya xwe de em jiyabûn bi hev re em careke din dijîn.”

 

Welatî Oya Genç jî ragihand: “Keça min li vir gêjgerikê/virvirokê çêdike û dileyîze. Pêştir nedîtibû û nebihîstibû. Em gellek kêfxweş in ku zarokên me van lîstikan hîn dibin û derbasî nifşên siberojê dikin.”

 

 

Recep Turkozu jî got: “Pir baş dibe ku nifşên nû tenê lîstikên înternetî, nûjen û yên telefonan neleyîzin. Ev lîstikên berê sosyalbûn û civakîbûneke rasteqîne di nifşên nû çêdike.”

 

Muzexane di hundirê avahiyeke dîrokî ya 3 qatî de cih digire û ji 9 beşan pêk tê. Li binê avahiya muzexaneyê şikeftekê dîrokî jî heye. Di hundirê vê şikeftê de jî cilûbergên 24 welatan digel remzên wan tên pîşandan. Li qatên din jî ref bi pêlîstokên dîrokî û nûjen hatine xemilandin.

 

 

Li tevahiya muzexanê 600 desteyên pêlîstokan, 5 hezar jî pêlîstok hene. Hinek ji van pêlîstokan wekî vê kîvroşkê dîroka wê vedigere salên 1700î.