25 hezar Kurd li Sûriyê bê belgename ne

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li Rojavayê Kurdistanê bi hezara Kurd hene ku ti belgenameyên wan yên fermî di deweletê de nînin û rejîma Sûriyê ew ji her tiştî ve mehrûm kirine. Ev kes di tomarên Sûriyê de wek kesên bi qeyd ango “mektûm el-Qeyid” hatine nivîsandin.

Di 5ê cotmeha 1962yan de, bi biryara hejmara 93 ya ku ji aliyê Serokomarê wê demê yê Sûriyê Nazim el-Qudisî û Serokwezîrê Sûriyê Beşîr el-Ezime hatiye derxistin, serhejmariyek li parêzgeha Hesekê ya ku piraniya xelkê wê Kurd in hat kirin.

Kurd dibêjin ew serhejmariya ku bi tenê yek rojê domand, armanca wê ew bû ku nasnameya sûrî ji hemwelatiyên Kurd bê standin.

Di wê roja serhejmariyê de ew kurdê ne giha navê xwe qeyd bike, navê wî ji qeydên fermî yên Sûriyê hat derxistin û saziyên dewletê wek kesekî ne hemwelatiyên Sûriyê (ecnebî) serderî ligel wî kirin.

Di destpêka şoreşa Sûriyê di adara 2011an de, Serokê Sûriyê Beşar Esed biryar da nasnameya Sûriyê ji wan Kurdan re vegerîne ku di sala 1962 de ji wan hatibû standin.

Bi vê biryarê jî nêzîkî 200 hezar Kurd regeznameya sûrî wergirtin, lê belê kesên pirsgirêka kesên mektûm nehatiya çareserkirin û heta niha belgenameyên wan ên fermî tine ne.

Fermanberê di Rêveberiya Nasnameya bajarê Dêrikê de Mihemed Mişo ji Tora Medyay ya Rûdawê re ragihand ku hejmara kesên mektûm li parêzgeha Hesekê nêzîkî 25 hezar kes e û heta niha nasname ne standine.

Mişo got “Berî 2 salan û heta niha kesên mektûm navê xwe ji hikûmetê re hildane, lê hîn bersiva wan di Wezareta Navxwe û Saziya Ewlekariya Siyasî de asê maye. Tevî ku komîteyek di Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Medenî û Nasnameyê de li bajarê Hesekê heye, lê ew jî li hember vê pirsê bê deng maye”.

Kurdên mektûm yên herî hejar in di nava Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, ji ber rejîma Sûriyê ew ji sala 1962yan de ew ji xwendinê mehrûm kirine û di ti cihê fermî de jî nikarin kar bikin û tiştek li ser navê wan nayê qeydkirin.