Li Rihayê 2 barhilgir li hev qelibîn: 2 kes mirin, kesek jî birîndar e

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 barhilgir li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Barhilgira bi şofêrtiya Halîl Akay ku garis bar kiribû, li ser rêya Riha-Dîlokê li barhilgireke din qelibî ku barê wê jî makarna bû.

Halîl Akay li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, Halîl Alkan û Faruk Alkan ên di barhilgira din de bi giranî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jî Faruk Alkan jî canê xwe ji dest da.