Ji ber berfê rêya 681 cih û waran hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 681 cih û waran hat girtin.
Li deverên çiyayî yên Wanê duh êvarê ji ber berfê di veguhastinê de astengî çêbûn.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li tevahiya bajêr ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 492 cih û waran hat girtin.
Mûş
Li Mûşê ji ber barîna berfê ya 2 roj e li cihên bilind didome, di veguhastinê de astengî çêbûn.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir, ji ber barîna zêde ya berfê rêya 55 gundan hat girtin.
Colemêrg
Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li navenda bajêr û navçeya Geverê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 74 cih û waran hat girtin.
Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.
Bedlîs
Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan destnîşan kir, li Bedlîsê ji ber barîna berfê rêya 60 gundan hat girtin.
Li bajarê ku ekîbên berfê yên rêbeja û şaredariyê li ser karê xwe ne.
Welatiyan jî berfa li ser malan û li ber kargehan avêt.