Şirnex: Kevir bi ser malekê de bariyan

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Kevir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê kevirên ku ji zinarekî ber bûn, bi ser malekê de bariyan û zerer gihandin wê malê.

Li gorî zanyariyan li taxa Heletê ya navçeya Qilebanê piştî baraneke zêde kevirên ku ji zinarekî qetiyan bi ser mala 2 qatiya welatiyê bi navê Sadik Urek de ketin.

Sadik Urek tevî endamên malbata xwe bilez ji malê derket û wan jiyana xwe rizgar kir.

Di bûyerê de zererên canî çênebûn lê beşeke xaniyê welatiyê navborî hilweşiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst