HSD 34 girtiyên DAIŞê berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), 34 girtî ku bi tohmeta DAIŞê hatibûn destserkirin ji zindanên Hesekeya Rojavayê Kurdistanê berdan.

Li gor medya xwecihî, roja 5ê vê mehê HSDê 34 girtî ku di demên cuda yên berê de bi tohmeta DAIŞê hatibûn destserkirin bi navbênkariya serok eşîrên Ereb ên navçeyê hatin berdan.

Ji aliyê xwe ve Fermandarê HSDê, Şiyar Hesekê ragihand ku li ser daxwaza serok eşîrên Ereb ên navçeyê, Rêveberiya Xweser 34 girtî yên bi tohmeta DAIŞê berdan, ku tê pêşbînîkirin  214 kesên gumanlêkirî di dema bê de ji zindanên wan li Cezîrê bên berdan.

Di çend salên borî de Rêveberiya Xweser bi navbênkariya serok eşîrên Ereb li her sê parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêre Zorê bi dehan girtî yên bi tohmeta DAIŞê ji zindanên xwe berdan e.