Şanda PDKê ligel YNK û Tevgera Goran dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Serkirdayetiya PDKê ragihand, ku di çend rojên pêş de şandeke PDKê li ser pêkanîna hikûmetê ligel YNK û Tevgera Goran dicive û got: “Ti xeteke me ya sor li ser Komela Îslamî nîne, lê destpêkê divê em ligel YNKê û Tevgera Goran lihev bikin.”

 

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aras Heso Mîrxan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku di çend rojên pêş de PDK ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran dicive û got: “Di encama wan civînan de dema rûniştina bê ya Parlamento tê diyarkirin.”

 

Aras Heso Mîrxan behsa wê yekê jî kir ku wek PDKê ti xeta wan a sor li ser Komela Îslamî ya Kurdistanê nîne ku tevî kabîneya bê ya hikûmetê bibe û got: “Lê belê divê destpêkê ligel YNK û Goran bigihin rêkeftinê û piştre eger heye ligel Komel jî biaxifin.”

 

Çavkaniyekê ji Şanda Danûstandinan a PDKê bo Pêkanîna Kabîneya Nû ya Hikûmetê ji Rûdawê re da zanîn ku ji bo civîna bê ya PDKê ligel YNK û Goran, ne merc e şanda PDKê biçe Silêmaniyê û got: “Lê eger heye şandên wan herdu partiyan li Hewlêrê serdana PDKê bikin.”

 

Ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê du cuvîn ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran kirine.