Termên 100 pîr û zarokên kurd ên êzîdî bi destê xwe defin kir!

Çiyayê Şingalê (Rûdaw) – Zilamekî xelkê Şingalê, ku mîna bi hezaran kurdên êzîdî ji ber DAIŞê sitara xwe biriye çiyayê Şingalê ye, dibêje, wî bi destê xwe zêdetirî 100 mirovên pîr û zarokên ku ji ber birçîbûn û tîna can dabûn, defin kiriye.

Dema DAIŞê êrişî devera Şingalê kir, bi hezaran kurdên êzîdî neçar man sitara xwe bibin çiyayê Şingalê lê gellek zarok û mirovên pîr ji ber şert û mercên zehmet jiyana xwe ji dest dan.

Xeyrulla Şingalî, yek ji wan kesan e ku ji ber DAIŞê reviya ser çiyayê Şingalê lê Xeyrulla “xêrekî mezin” kiriye û zêdetirî 100 zarok û pîrên ku ji ber birçî û tîna jiyana xwe ji dest dabûn, defin kiriye.

Her gava ku çavên wî bi gorên wan dikeve, hêsirên wî tên xwar…