Osman Baydemîr bû namzedê BDPê yê Şaredariya Rihayê

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê niha yê Amedê Osman Baydemîr, di hilbijartinên herêmî yên îsal ên Tirkiyê de wek namzedê BDPê yê şaredariya bajarê Rihayê tevlî hilbijartinan bibe.

Beriya niha hatibû belavkirin ku Şaredarê Amedê Osman Baydemîr dê bibe namzedê BDPê yê şaredariya Rihayê lê ev nehatibû piştrastkirin.

Li gorî DÎHAyê, mijara namzediya Baydemîr bo şaredariya Rihayê hatiye misogerkirin û piştrastkirin, çimkî tê pêşbînîkirin ku BDPê di demek nêzîk de vê yekê bi fermî eşkere bike.

Ji aliyekî din, di meyaya Tirkiyê de hatiye belavkirin ku Baydemîr li ser daxwaza Ocalan û îsrara BDPê ev yek qebûl kiriye.

Li gorî pîvanên BDPê, Osman Baydemîr nikare bo cara sêyemîn bibe namzedê şaredariya Amedê ji ber ku ev du xul in şaredarê Amedê ye.

Osman Baydemîr, sala 1971an li bajarê Amedê hatiye dinê. Li zanîngeha Dîcle ya Amedê hiqûq xwandiye. Baydemîr 7 zimanan dizane, zewiciye û du zarokên wî hene.

Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê 30ê Adara îsal tên lidarxistin.