Li Bedlîsê bihayê nan hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Nanpêjên Tetwanê Maşuk Aksoy ragihand ku li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bihayê nan ji du lîreyan bo 2 lîre û nîvan hatiye zêdekirin.

Piştî di çend mehên dawî de nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî zêdeyî ji sedî 40 nirxê xwe ji dest da, rojane li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê kelûpel û pêdiviyên sereke yên jiyanê tên zêdekirin.

Nan ku yek ji pêdiviyên herî sereke yên jiyanê ye, ji vê bihabûnê bêpar nebû û bihayê nan jî tê zêdekirin. Serokê Komeleya Nanpêjên Tetwanê Maşuk amaje bi wê yekê da ku ji ber mesref û lêçûnên zêde ew neçar mane bihayê nan li Bedlîsê zêde bikin û got: "Xerciya ard û çend warên din ên firneyan zêde bûye. Di gotûbêjên me yên ligel xwediyên firneyan de me biryar da ku em bihayê nan 50 quruşan zêde bikin. Ev biryara me hat pejirandin û li tevahiya parêzgeha me bihayê nanê 240 gram somon û 230 gram pîde ji 2 lireyan bû 2 lîre û 50 quruş."

Ev di demekê de ye roja Înê 3ê Kanûna 2021ê TUIKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyon di Mijdara 2021ê de li gor Cotmeha heman salê bi rêjeya %3.51, bo ji sedî 21.31 bilind bûye. Lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) berovajî TUÎKê rêjeya enflasyona salane wek ji sedî 58,65 ragihand.

Piştî ku nirxê lîreyê Tirkî di van demên dawî de bi awayekî tund li beramber diravên biyanî daket, nirxê hemû kelûpel û pêdiviyên sereke yên jiyanê li bazarên Tirkiyê de zêde dibe. Aborînas daketina nirxê lîreyê Tirkî bi polîtîkaya hikûmetaTirkiyê ya daxistina faîzê ve girêdidin.

Partiyên opozîsyonê jî li ser rewşa xirab a aboriya Tirkiyê û bihabûna nirxan, berdewam rexneyan li desthilatê digirin û  daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. Bi gotina wan êdî desthilat nikare welat birêve bibe û take rêya çareseriyê jî hilbijartina pêşwext e. Lê partiyên desthilatê AKP û MHP pêdagir in li ser wêya hilbijartin di demê xwe sala 2023ê de bê kirin.