Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê duh Şemiyê 4ê Kanûna 2021an Kongreya Konfedrasyona Diyasporaya Kurd destpê kir û ew kongre bo îro jî berdewam e.
Endamê Navenda Diyasporaya Kurd a li Swisreyê Dr. Aso Pîrotî, Endama Navenda Diyasporaya Kurd a li Almanyayê Evîn Mehmûd û Endamê Navenda Diyasporaya Kurd a li Brîtanyayê Îlhan Genc ji Rûdawê re behsa pirsgirêkên Kurdên diyaspora, mebesta kombûna kongreyê, plan û projeyên stratejiya paşerojê kirin.
Endamê Navenda Diyasporaya Kurd a li Swisreyê Dr. Aso Pîrotî da zanîn ku em li ser wan pirsgirêkan ku bo koçberan derdikevin kar dikin û pirsgirêka sereke sûdwergirina welatan ji koçberan e
Dr. Aso Pîrotî bal kişand ser rêjeya xwendekarên Kurd ên li diyasporayê û wiha got “Asta xwendevanên me li derve daketiye.”
Di derbarê xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî de Dr. Aso Pîrotî ragihand ku ew kar dikin zimanê Kurdî wek dersek bê xwendin û dibêje “Divê em zaniyariyên ziman bidin dibistanan. Du zimanî bandorê li ser zarokan dike.”
Li aliyê din Dr. Aso Pîrotî destnîşan kir ku hejmareke zêde ya zarokê Kurd li dyaspora pêşketine.
Endamê Navenda Diyasporaya Kurd a li Swisreyê Dr. Aso Pîrotî gazinan ji wê yekê kir û dibêje “Em weke Kurd nikarin ji hev fêm bikin. Em dixwazin Kurd tenê bi Kurdî baxivin û em dixwazin li ser zimanê yekgirtî yê Kurdî kar bikin.
Endama Navenda Diyasporaya Kurd a li Almanyayê Evîn Mehmûd diyar kir ku li Ewropayê di civakên ku gelek pêş ketine de jin roleke heja lîştîn, û gelek giringe ku di civaka Kurdî de karûbarên jinê pêşkeve.
Herwiha Evîn Mehmûd destnîşan kir ku jinên kurd li gelek welatan tê naskirin û got “Di diyasporaya Kurd de roleke giring a jinan heye.”
Li aliyê din Evîn tekez kir û got “Platforma niha ku bi rêve diçe, dikare baştir piştevaniya jinan bike”
Endama Navenda Diyasporaya Kurd a li Almanyayê Evîn Mehmûd derbarê planên xwe yên ji bo zarokan jî dibêje “Em ê zarok fêrî zimanê dayîkê bibin kar bikin.
Evîn axavtina xwe wiha berdewam kir “Welatên ewropî dixwazin zarok fêrî zimanê dayîka xwe bibin. Pêwîste em komeleyan li Ewropa ava bikin.”
Endamê Navenda Diyasporaya Kurd a li Brîtanyayê Îlhan Genc da zanîn di derdora 300-400 hezar Kurd li Brîtanyayê dijîn û li Brîtanyayê 3-4 nifş hene.
Heriwha Îlhan Genc amaje bi wê yekê kir ji ber ku welateke Kurdan nîne, li diyasporayê ew welatiyên Tirkiye,Iraq, Îran û Sûriyê tên hesibandin.
Li aliyê din Genc diyar kir ku wewşa welatên ku Kurd lê dijîn bandorê li ser Kurdan jî dike.
Endamê Navenda Diyasporaya Kurd a li Brîtanyayê Îlhan Genc ragihand wekî her tiştî Coronayê bandor li ser karê wan jî kiriye.
Îlhan Genc dibêje “Ji ber ku welatê me nîne lobiya me lawaz e û Diyasporaya Kurd nekariye lobiyan bike.”
Di derbarê projeyên xwe de Îlhan Genc tekez kir û got Em ê beşeke taybet bo lobiyan ava bikin. Divê em sûdê ji teknolojiyayê werbigrin.”
Rêveberê Ragihandina Navenda Diyasporaya Kurd a li Dusseldorfê Hewraman Elî Tofîq diyar ki wan di nav du salan da dikaribûna li 17 welatên Ewropa û Amerîkayê navendên diyasporayê damezirandine û got “Em dixwazin saziyeke yasayî li derve ava bikin”
Hewraman Elî ragihand ku derveyî welat ew dixwazin lobiyekê bo Kurdn çêkin.
Rêveberê Ragihandina Navenda Diyasporaya Kurd a li Dusseldorfê Hewraman Elî da zanin Kesên li welatên ku lê dijîn welatînameyê werdigirin navê wan weke penaber namîne.
Herwiha Hewraman Elî destnîşan kir ku navê kurdên ku li Almanya dijîn li ser malpera wan heye.
Hewraman Elî bal kişand ser wê yekê ku ji bo hejmara Kurdên diyasporayê kar dikin, ku li diyasporayê çiqas Kurd hene.
Li aliyê dinn Hewraman Elî tekez kir ew zêdetir giringiyê bi rola jinan didin û got “Welatên Ewropayê bi cûda kar li ser ziman dikin
Rêveberê Ragihandina Navenda Diyasporaya Kurd a li Dusseldorfê di berdewamiya axavtina xwe de di derbarê peywendiyên bi welatan re de jî got “Me li 17 welatan navenda diyasporaya kurd ava kiriye û em dixwazin bi hemû aliyan re kar bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse