Narîn Nadirova: Bihêzkirina diyaspora Kurdî bo Kurdistanê gelek girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Konfederasyona Diyaspora Kurd di roja xwe ya duyem de li Hewlêrê berdewam e ku duh Serok Barzanî jî di kongreyê de amade bûbû û gotareke kurt pêşkêş kiribû. Karsaza Kurd Narîn Nadirova jî dibêje, bihêzkirina diyaspora Kurdî ji bo Kurdistanê gelek girîng e.

Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe ya di kongreyê de tekezî li ser doz û xebata rewa ya gelê Kurd kir û şeş daxwaz arasteyî diyaspora Kurdî kirin ku yek ji wan ew bû, “Divê diyaspora Kurdî xebateke ciddî bike ji bo xwebirêxistinkirin û komkirina hemû dilsoz û welatparêzan di bin sîbera alaya pîroz a Kurdistanê de.”

Karsaz û Aktîvîsta Kurd Narîn Nadirova Narîn Nadirova amaje bi wê kir ku li Qazaxistanê zêdetirî 100 hezar Kurd hene û li ser konferansê jî got, “Karekî gelek mezin û gelek pêwîst e ku Kurd li cem hev kom bibin. Gelek workshop jî tên kirin. Nêrînên diyaspora cîhanê gelek girîng e ji bo piştevaniya Kurdistanê û bo dewletbûnê. Lewma bihêzkirina diyasporayê piştevaneke gelek mezin e bo Kurdistanê.”

Armanca sereke ya vê konferansê ku ev du roj e berdewam e, yek gotariya Kurdên diyasporayê yên li welatên cuda, nasandina Kurdan a zêdetir û pêkanîna lobiyekê ji bo çespendina mafên gelê Kurd li civaka navdewletî. Baregeha Barzanî palpişt û rêkxera sereke ya konferans û konfederasyonê ye.

Berpirsê Maseya Diyaspora Kurdî li Baregeha Barzanî Tahîr Hewramî dibêje, komelek raspardeyên me hene di çarçova semîner û workshopan de ku ya girîngtirîn, pêkanîna lobiyeke bihêz a Kurdî ye ji bo bidestxistina armacên gelê Kurd li hemû cîhanê.

Konfederasyona Diyaspora Kurdî bi şêweyên ciyawaz di çarçoveya Komeleya Kultûrî, Civakî û Fêrkarî de çalak e.

Li Hewlêrê nêzikî 300 kes konfederasyonê bi fermî radigihînin ku di çarçoveke têr û tijî li ser karên xwe berdewam dibe.