Penaberên Efxanî li kampeke Erzînganê di rewşeke xerab de dijîn

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa penaberên li kampa bajarokê Geçît ser bi parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê xelek dijwar e.

Di kampa penaberan a li Geçîtê de ku sala 2012an hatiye çêkirin, penaberên Efxanê dijîn ku ji ber tundûtûjî û şerê Talîbanê ji welatê xwe reviya ne û çûne Tirkiyê. Her ferdekî vê kampê çîrokeke wan a cuda heye, ji zarokekî 5 salî bigre ku çekdarên Talîban tiliyên wan şikandine heta digihe wî serbazê di şerê Talîbanê de endamekî laşê xwe ji dest daye.

Penaberê Efxanî Taxî Rezayî dibêje: “Ji ber şerê Efxanistanê min piyekî xwe ji dest daye, şerê ligel Talîbanê, ev nêzîka 20 sal berî niha, mehane 120 lîre bo her kesekî tê dayîn, ev pirsgirêk e, bi rastî têra xerciyên me nake.”

Beşek ji jinên akinciyên vê kampê hevjînên xwe di şerê Talîbanê de ji dest dane. Heta niha jî di warê derûnî de bandora şer li ser jiyana wan maye û rûbirûyê hinek pirsgirêkên derûnî yên cuda bûne.

Penabera Efxanî Zehra Kolamî jî dibêje: “Zarokên min hene, bêserpereşt im, bi rastî jiyana me gelekî dijwar e, kes nîne kar bo min bike, zaroka min nexweş e, tiştekî min nîne, ji ber kes nîne kar bo min bike, ew hevkarî jî ku hikûmet dike bi dijwarî jiyanê pê derbas dikin, daxwazê ji hikûmetê dikim alîkariya me bike, alîkariya van zarokan bike, nikarim bibim ba doktor, pereyên min nînin.”

Beşek ji penaberan dixwazin biçin Ewropayê, beşek ji wan jî dixwazin vegerin welatê xwe. Herçiqas danûstandinên aştiyê yên navbera hikûmeta Efxanistan û Talîbanê berdewam in, lê penaberên nav kampê ditirsin vegerin welatê xwe.

Penaberê bi navê Mihemed Hesenî jî wiha axivî: “Me li çend cihan kar kir, hinekan pere dan me, lê hinekan nedan, pereyên me dixun, me li yek du cihan kar kir, lê pere nedan me. Em ji ber şer û Talîbanê ji Efxanistanê hatin, grûpên cuda li wir hene, ti encameke danûstandinan jî nabe.”

Di kampê de 45 malbatên Efxanî dijîn ku beşa herî zêde jî jin û zarok in. Zarokên kampê ji ber vîrûsa Coronayê ji xwendinê qut bûne. Daketina pileyên germayê û hatina demsala zivistanê, şer û mercên jiyana wan dijwartir kirine.