Pêleke serma û berfbarînê li Rojhilatê Kurdistanê destpê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê keşnasiyê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, da xuyakirin ku îşev û sibe pêleke sermayê li Sine û parêzgehên din destpê dike.
Li gor wî berpirsê keşnasiyê li hin navçeyan berf dibare û pileyên germahiyê dadikeve.
Herwiha wî berpirsî da xuyakirin ku dibe îro jî li hin navçeyan baran û berf bibare, lê sibe pileyên germê bi awayeke berçav dadikevin û dê bi baran û berf bibare.
Di hefteya borî de ji ber barîna berfê rêya gelek gundan li bajarên Rojhilatê Kurdsitanê hatibû girtin, asta xaza malan jî daketibû.
Li aliyê din ji îro ve qedexeya hatinûçûnê û kerentîne li hin navçeyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê rakirin.