Cenazeyê bavê Sezgin Tanrikulu hat veşartin
Amed (Rûdaw) - Bavê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP)ê Sezgîn Tanrikulu, Fehmî Tanrikulu li bajarê Amedê di temenê 79 an de jiyana xwe ji dest da.
Nimêja cenazeyê Fehmî Tanrikûlû li mizgefta Yenikoy a Amedê hate kirin û cenazeyê wî ji aliyê malbat û hezjêkriyê wî ve ji gundê Cixsê a Pasûra Amedê re hate veguhêstin.
Di merasîma Cenazeya Fehmî Tanrikûlû de Cîgirên Serokê CHPê Akîf Hamzaçebî, Muharrem Înce Velî Ağbaba û çend parlementerên CHP jî amade bûn.
Fehmî Tanrikuluyê bavê Sezgîn Tanrikûlû, di saxiya xwe de mamostetî dikir lê piştî kudetaya 12 îlonê ew malnişîn bû.
Fehmî Tanrikûlû di 3 yê meha Berfanbarê de li mala xe yê Amedê wefat kiribû û duh hat veşartin.