Gel qeyûman qebûl nake: 92 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di protestoyên şermezarkirin qeyûman de heta niha 92 kes hatine desteserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Gelê Bakurê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan protestoyan li dar dixe û vê biryarê şermezar dike.

Polîs jî li gelek deveran êrişî xelkê dikin û gelek kesan bi lêdanê desteser dikin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê (MA) heta niha 92 kes hatine destserkirin.

Polîsan li Xelfetiyê bi ser gelek malan de girt û kesên bi navên Adle Fîdan, Muhammet Algaç, Elîf Yalçin, Berîvan Kocaoglu, Yusuf Yeşîltepe, Gurkan Goktaş, Seve Yalçinkaya û Musa Yalçinkaya destser kirin.

Li Mêrdînê jî polîsan bi heman awayî bi ser malan de girt û 9 kes destser kirin ku hîn navên wan ne diyar in.