AMED - DBPyê konferansa amadekariyê ya kongreya 6emîn li dar xist
Hewlêr (Rûdaw) - DBPyê beriya 6emîn kongreya xwe ya asayî li navçeya Rezanê ya Amedê konferansek saz kir.
Konferansa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Rezan ya Amedê bi dirûşma “Em Ê Bi Civaka Rêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” dest pê kir.
Ji çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê alîgirên DBPyê beşdarî konferansê bûn.
Herwiha gelek parlamenter û kesayetên siyasî jî amade bûn.
Li gorî agahiyan ev konferans wek amadekariya Kongreya 6emîn a DBPyê ye ku dê 12ê Çiriya Paşîna 2023yan li Enqere ya paytexta Tirkiyeyê were lidarxistin.
Di vê konferansê de dê nexşerêya partiyê ya nû bê gotûbêjkirin û hevserokên nû yên partiyê jî werin destnîşankirin.
Ji bo hevserokên nû yên DBPyê navê Çigdem Kiliçgun Uçar Hevseroka Partiya Çepên Kesk ku navê xwe wek Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hat guhertin û Keskîn Bayindir hevserokê niha yê DBPyê derbas dibin.
Namzetên me yên ji bo Hevserokatiya serdema nû Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir in. Em spasiya hevalên xwe yên ku di serdema borî de ked dane dikin û ji bo hevalên xwe yên ku wê di serdema nû de peywirê bigrin serkeftinê dixwazin! pic.twitter.com/eRV0pZOEnP
— DBP (@DBP_GenelMerkez) November 5, 2023