Zozaniyên li Çiyayê Agirî vedigerin

Navenda Nûçeyan - Rêncberên ku biharê dertketine zozanên quntarê Çiyayê Agirî, piştî barîna berfê bi keriyên pezên xwe vedigerin.


Duh êvarê li Îdirê şilî barî, li Çiyayê Agirî û cihên bilind jî berf barî.




Şilî û berfê li zozaniyên derketibûn zozanên Çiyayê Agirî kir û piştî barîna berfê rêncberên ku derketibûn zozanên pêşa çiyê yên Serdarbulak, Bilîcan û Gewro, bi pez û dewarên xwe berê xwe dan Deşta Îdirê. 




Ji zozaniyan Ahmet Kurt got ku ji ber berfê cihê çêrandinê nema ku ew ajelan xwe lê biçêrînin û ji ber vê yekê jî ew vedigerin Îdirê.


Kurt diyar kir, piştî ku berf barî li zozanê hewa pir sar bû û wiha pê de çû: "Nêzî 5-6 mehan e em derketine zozanê, lê ji ber ku hewa sar bû berf barî em dadigerin deştê. Em dê zivistana xwe li deştê derbas bikin û biharê cardin derkevin zozanên xwe. Jiyana me wiha dewam dike."




Meşa bi sedan heywanan dîmenên xweşik derxistin holê.