Amed - Li ber hevberdanê bûn: Pêşî hevjîna xwe piştre jî xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê kesekî hevjîna xwe ya li ber berdanê bû bi çekê kuşt û piştre bi heman çekê xwe jî kuşt.

Li navçeya Sûrê ya Amedê kesê bi navê M.R.I. (29) û hevjîna wî ya bi navê B.I. (32) re hatin cem hem.

Di navbera M.R.I. û B.I.ya ku li ber hevberdanê bûn nîqaş derket.

Piştî nîqaşê M.R.I. bi çekê hevjîna xwe kuşt û piştre bi heman çekê xwe jî kuşt.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termên her duyan ji bo otopsiyê birin Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Amedê.