16 hezar koçber ji Libnanê çûne Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Pêla koçberiya Libnaniyan û xelkê Sûriyeyê ya ber bi Rojavayê Kurdistanê ve berdewam dike.

Heta niha 16 hezar Sûriyeyî û Libnanî gihiştine Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.

Êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê û Beyrûtê berdewam dikin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku heta niha 16 hezar û 243 Sûriyeyî û Libnanî ji ber êrişên Îsraîlê çûne Rêveberiya Xweser.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser hinek kes vedigerin yan diçin malên xwe yan jî li cem xizmên xwe dimînin.

Ji bo wan kesên ku ti nas û cihên wan li herêmê nîne kon tên vedan.

Li gorî zanyariyan Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Libnanê û Weqfa Newrozê ya Çandî û Civakî ji bo ew kesên dixwazin biçin Rêveberiya Xweser hêsankariyê dikin.

“Rewşeke awarte heye”

Hevseroka Navenda Guhdana Civakî ya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser Neîme Mihemed li ser koçberan ji medyaya Rêveberiya Xweser re axivî.

Neîme Mihemedê amaje bi aloziyên li herêmê kir û got:

“Rewşeke awarte li herêmê çêbûye û em bangî wan rêxistinan mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên bijîşkî û yên hawarçûnê dikin.

Em ji wan dixwazin destwerdaneke bilez û awarte di vê rewşa awarte ya li herêmê bikin.“