Parlamentoya Tirkiyeyê dê li ser ‘gefên Îsraîlê’ bicive

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku bi armanca nirxandina "gefên Îsraîlê" yên li ser Tirkiyeyê dê 8ê Çiriya Pêşînê parlamento bicive.

Beriya çend rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di gotareke xwe de gotibû ku Îsraîl piştî Libnanê dê çavê xwe berde axa Tirkiyeyê.

Piştî vê yekê Serokwekîlê Koma CHPyê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Murat Emîr daxwaza rûniştina girtî ya parlamentoyê kiribû.

“Divê Tirkiye hişyar be”

Numan Kurtulmuş li ser vê yekê ji medyaya Tirkiyeyê re got:

“Bi rêya rêxistinên terorê dixwazin zorê li Tirkiyeyê bikin.

Em dizanin kî çi ye û kîjan gavê ji bo çi diavêje.

Bêîstîqrarbûna Îraq û Sûriyeyê li ber çavan e. Divê Tirkiye ji ber vê hişyar be.

Tirkiye welatekî mezin e ku li herêmê li ser pêyan maye.

Ev mijareke di ser siyasetê re ye, mijareke neteweyî ye.

Parlamento dê roja sêşemê, 8ê Çiriya Pêşînê bicive.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh li merasîma TEKNOFESTê ya Edeneyê gotarek pêşkêş kiribû û behsa êrişên Îsraîlê yên li ser Libnan û Sûriyeyê kiribû.

Recep Tayyîp Erdogan li ser gefên Îsraîlê jî anîbû ziman:

"Em nahêlin bi Sykes-Picoteke nû erdnîgariya me were parçekirin."