Xwendekarên beşa Kurdî: 'Em dê zimanê Kurdî biparêzin û nedin jîbirkirin'

Amed (Rûdaw) – Xwendekarên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê diyar kir ku ew dixwazin zimanê Kurdî biparêzin.

Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ji sala 2012an ve cara yekem e îsal beşa lîsansa Kurdî vebû.

25 xwendekar hatin wergirtin û wan xwendekaran bi kelecaneke mezin dest bi waneya xwe ya yekem kir.

Her yek ji wan xwediyê çîrokekê ye. Xwendekarê bi navê Mehmet Ozbey bi eslê xwe ji bajarê Qersê ye.

Mehmet Ozbey ne li Qersê, li bajarê Stenbolê ji dayîk bûye û mezin bûye û ji ber vê Kurdiya wî lawaz e.

Kêmzanîna zimanê dayikê ji xwe re kiriye derdekî mezin û bi 411 puanan beşa Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê hilbijartiye.

Çavê wî li akademîsyeniyê ye.

Serokê beşa Kurdî Osman Aslanoglu eşkere dike ku li devera wan Kurdên Kirmanckî\Zazakî diaxivin zêdetir in.

Xwendekarên wan di polên duyemîn û sêyemîn de Soraniyê jî fêr dibin.

Heta ku der diçin, bi her sê zaravayan jî diaxivin.

“Ez dixwazim bibim akademîsyenê Kurdolojiyê”

Xwendekarê beşa Kurdî yê Zanîngeha Dîcleyê Mehmet Ozbey got:

“Ez hatim ji bo ku Kurdiya min baştir bibe. Ez dixwazim jiyana min bibe Kurdî.

Ez dixwazim bibim akademîsyenê Kurdolojiyê.”

Ji sala 2012an ve cara yekemîn e ku li Zanîngeha Dîcleyê di bin banê Enstîtûya Zimanên Zindî de beşa Kurdî ya lîsansê jî tê vekirin.

Xwendekarên heyama 2024 û 2025an dest bi waneya xwe ya Kurdî kir.

Îsal 25 xwendekar ji bo beşê hatine wergirtin.

“Xwendekar fêrî Soranî û Kirmanckî jî dibin”

Serokê beşa Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê Osman Aslanoglu jî da zanîn:

“Zaza li herêma me zêdetir in. Xwendekarên me dualî bila xwe perwerde bikin.

Di polên duyemîn û sêyemîn de Soranî jî heye.

Hem Kurmancî û hem jî Kirmanckî (Zazakî) me nêzîkî hev ders danî.

Dema xwendekarên me mezûn bibin dê hem Soranî û hem jî Zazakî jî baştir zanibin.”

Her xwendekarek bi kêfxweşiyeke mezin li waneyên Kurdî guhdar dike.

Xewn û xeyalên wan ji hev cuda bin jî birîna dilê wan yek e; hezkirina zimanê Kurdî.

“Ez ji çanda xwe û ji zimanê xwe hez dikim”

Xwendekara bi navê Janya Berfînê jî da zanîn:

“Ji ber ku ez ji beşa zimanê Kurdî hez dikim, ji çanda xwe hez dikim hatim.

Ez dixwazim hemû hevalên min çanda xwe ji bîr nekin. Ez dixwazim dewam bikin.”

Mazlum Etgul jî xwendekar e û li gorî gotina Mazlum ziman jiyan û hebûna mirov e.

Heger ziman tunebe, bingeha mirov tune ye. Ew dizanin ku ziman di ser her tiştî re ye.

Xwendekara bi navê Faîke Şikê jî amaje bi wê yekê kir ku ji bo ku zimanê me nedin jibîrkirin wî dest bi xwendina beşê kiriye.

Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo kesên ku li derveyî sînorên Tirkiyeyê dijîn jî kontenjana biyaniyan hatiye vekirin.

Ew kesên ku welatiyên welatekî din in jî dikarin serlêdana xwe bikin û li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa Kurdî bixwînin.