PARLAMENTOYA KURDISTANÊ - Çavên çepgiran li çend kursiyan e?

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê da zanîn, “Çavên çepgirên Herêma Kurdistanê di van hilbijartinan de li 4 kursiyan e.”

Sekreterê Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê Xidir Rûsî got:

“Ji bo xula 6em a parlamentoyê namzedekî me hebû lê wî bi xwe jî nikaribû deng bide xwe.”

Sekreterê Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê Xidir Rûsî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Sekreterê Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê Xidir Rûsî got:

“Di van hilbijartinan de ti namzedên me nînin lê me bi Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, Partiya Komunîst û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê re Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê çêkiriye.”

Xidir Qadir Xidirê ku wekî Xidir Rûsî tê naskirin her wiha anî ziman:

“Destpêkê namzedekî me hebû lê me ew paşve kişand ji ber ku ji herêmên nakok ên Madeya 140î li xwe digire ye nikaribû deng bide xwe.

Ez bi xwe jî xelkê wan herêman im û vê carê nikarim dengê xwe bidim.”

Xidir Rûsî venaşêre, ew wekî çepgirên Kurdistanê hêvî dikin ku di hilbijartinan de dengekî “baş” bi dest bixin.

Xidir Rûsî diyar kir ku wan wekî çepgiran du kursî misoger kirine lê li Hewlêr û Silêmaniyê çavên wan li 4 kursiyan e.

Roja çarşemê Partiya Xidir Rûsî, Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistanê, di çalakiyekê de bi fermî xwe wekî hevpeymanê lîsteya Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê da nasîn.

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Mihemed Hacî Mehmûd ji Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê pêk tê.