Berdevkê PCSyê: Hefs bû wekî perwerdegehekê û motîvasyona me bihêztir bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad ragihand ku wan di pêvajoya girtinê de tecrûbûyên nû ji bo wan çêbûye û got, “Hefs bû wekî perwerdegehekê û motîvasyona me bihêztir bûye.”

Polîsan 9ê Tebaxê bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ya li Amedê û malên çend endamên wan de girtibûn.

Di encamê de berdevkê PCSyê Ferîd Azad û 3 endamên platformê hatibûn desteserkirin.

PCSyê 11ê Tebaxê di daxuyaniya xwe de ragihandibû kû Dadgeha Mêrsînê bi hinceta "endamtiya PKK û KCKyê" biryara girtina Ferîd Azad û Behced Çîftçî daye.

Doza ku Azad û Çîftçî tê de dihatin darizandin duh li Mêrsînê hat dîtin û Ferîd Azad û Behced Çîftçî hatin berdan.

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa pêvajoya girtinê û mijarên ku bi hatine tohmetbar kir.

“Dewlet ne zaroka duh e ew dizane em kî ne”

Ferîd Azad amaje bi wê yekê kir ku tevî ku dewlet dizane pêwendiya wan bi PKKyê re nîne lê ew bi endambûna PKKyê hatine tohmetbarkirin û got:

“Bi rastî di bingehê de dewlet jî dizane, dewlet ne zaroka duh e û ew dizane em çi ne û dizane ku pêwendiya me bi PKKyê re nîne.

Lê ji bo ku me tawanbar bike û bikare me bidarizîne bi vî awayî me tohmetbar dike.

Jixwe ev doza li me vekirî operasyoneke siyasî ye û armanc tirsandina me, malbatên me û kesên ku derdora me ne.

Wan xwest ku hinek kesan ji me dûr bixin, armanc ev bû.

Lê wan dixwest min û hêvalên min ên hatine girtin wekî endamên KCK û PKKyê bidin nîşandin.

Bi ti awayî çalakî yan jî nêrînên me, neanîn ber me.

Mînak ez bibêjim, em bi çalakiyên xwe yên ji bo zimanê Kurdî yan jî bi ahenga me ya Newrozê ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê nehatin tohmetbarkirin.

Di îdeanameyê de tiştên bi rengî tine bûn. Jixwe piştî ku em bi van çalakiyan rabûn li Kurdistanê, me bi metodeke nû dozeke neteweyî da destpêkirin.

Dewlet ket hewldanê ka em çawa hinek tiştan bi van ve bizelqînin û rê li ber wan bigirin.”

“Dewlet nizane dê çawa rê li ber me bigire”

Ferîd Azad wiha behsa çalakiyên Platforma Ciwanên Serbixwe kir:

“Bi taybetî ez dixwazim vê bêjim, ji destpêkê heta niha Kurdan her tim bi du şêwazan hewl daye li dijî sîstemên serwerên Kurdistanê têbikoşin.

Yek ji van siyaseta legal bûye û yek jî têkoşîna çekdarî bûye.

Di dîroka Kurdistanê de yekem car e, em bi metodeke nû radibin, ev jî berxwedana pasîv e. Ev heta niha nehatiye tecrûbekirin.

Dewlet ji ber ku her tim xwe li dijî siyaseta legal û têkoşana çekdarî amade kiriye nizane dê çawa rê li ber vê yekê bigire.”

“PKK wekî hêzekê li Kurdistanê heye û em mecbûr in nas bikin”

Ferîd Azad li ser sedemên hatine girtin jî wiha got:

“Dokumentên ku ji xwe re dikirin delîl çi bûn? Di komên me yên xwendinê de em li dor gelek mijaran xwendin û analîzan dikin.

Bê guman di nava van mijarên xwendinê de, mijarên li dor PKKyê jî hene, ji ber ku îro PKK wekî hêzekê li Kurdistanê heye û em mecbûr in wê jî nas bikin.

Ji ber wê jî di komên me yên xwendinê de, me gelek caran li ser îdeolojî û pratîka PKKyê gelek dokument xwendine û belav kirine û her wiha me li ser hesabên xwe yên medyaya civakî jî parve kirine.

Wan ev dokumentên me wekî bangeşeya PKKyê nîşan dane.

Wekî nimûne me peymana KCK belav kiriye ku ew xwe çawa pênase dike.

Li komên xwendinê ji bo ku em li ser analîzan bikin me belav kiriye.

Wekî din me pirtûka Ocalan a bi navê `Bir Halki Savunmak` belav kiriye ku em li ser wê rexneyên xwe bikin.

Her wiha di malên me de hinek dokumentên hatine girtin. Minak di mala min bi xwe de jî pirtûkên Ocalan hebûn ji bo naskirina wî.

Bi van dokumentan hewldan, me wekî endamên PKKyê nîşan bidin lê li gorî hiqûqa Tirkiyeyê bi xwe jî li gorî hiqûqa Tirkî bi xwe jî ev ji bo endamtiya PKKyê ne delîl in.”

“Îmana me qayîmtir bû”

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe li ser pirsa “Ti caran di lêpirsînê de mesela zimanê Kurdî û sonda we ya ji bo îzmanê Kurdî nekirin mijara lêpirsînê?” jî wiha got:

“Nexêr, çalakiyên me bi xwe, çalakiyên ji bo zimanê Kurdî û çalakiya me ya Newrozê, bi ti awayî di îdeanamey de nebûn û em bi wan nehatin tohmebarkirin.

Piştî vê tecrûbeyê bi rastî îmana me qayîmtir bû û zaf zêde jî qewîmtir bû û hûrbûna me ya li ser doza neteweyî di wê pêvajoya girtinê de zêdetir bû.

Xwendinên me û hûrbûnên me kûrtir bûn.

Di encamê de bi rastî baweriya me, xweragiriya me, motîvasyona me û wêrekiya me gelekî zêdetir bû.

Bi taybetî ji aliyê ruhî ve em zef bi hêztir bûn û hevalên me bi hêztir bûn.

Helbet demeke kêm bû ango em 88 rojan di girtîgehê de man lê ew hefs ji bo me bû wekî perwerdegehekê.”