Li Hesekê bombebaran: 3 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di maweyê 24 demjimêran de 2 caran hat bombebarankirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî ku ji bajarê Hesekê hatine bidestxistin, îro serê sibehê devera Mişêrfa Himê ya li gundewarê bakurê bajarê Hesekê bi dronan hat bombebarankirin.

Li gorî heman zanyariyan, di wê bombebaranê de 3 kes birîndar bûne.

Doh jî bi dronekê êrişî kargeheka qermîtan a li Hesekê hat kirin.

Di vê bombebaranê de jî 4 kes birîndar bûn.

Piştî êrişa li Enqereyê, êrişên Tirkiyeyê yên li başûr û rojavayê Kurdistanê zêde bûne.