Nêçîrvan Barzanî û Şewirmendê Emmanuel Macron civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê Şêwirmendê Serokê Fransayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Patrick Durrell qebûl kir.

Di hevdîtinê de, li ser bernameya serdana çaverêkirî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a Îraqê guftûgo hat kirin.

Herwiha “pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re” û “rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê” hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Serokê Herêma Kurdistanê û Patrick Durrell bal kişand ser rol û beşdariya çalak a Fransayê ya di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de.

Her du alî hevra bû ku piştgiriya Fransayê ji Îraqê re girîng û pêwîst e.

Li aliyê din, wan destnîşan kir ku yekdengî, yekhelwestî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di pêwendiyên bi Îraqê re girîng in.

Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de jî di nav mijarên hevdîtinê de bûn.

Nêçîrvan Barzanî ji bo rol û piştigiriya wî ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Emmanuel Macron kir.

“Herêma Kurdistanê her dem amade ye”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku “Herêma Kurdistanê her dem amade ye li gorî destûrê û sîstema federal ji bo çarserkirina pisgirêkan bi Bexdayê re gotûbêjan bike.”

Di hevdîtinê xeyn ji van mijaran, babetên wekî “rewşa koçber û pêkhateyên li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran û navçeyê re, pêşhatên dawî yên şerê DAIŞê yê li Îraq û Sûriyeyê” hatin gotûbêjkirin.