Bi çekan êriş li parêzgeriya Amedê hat kirin

Amed (Rûdaw) – Li dijî avahiya Parêzgeriya Amedê êriş pêk hat.


Li gor agahiyan îşev li dijî avahiya parêzgeriya Amedê êrişa çekdarî hat kirin.


Li gor agahiyan polisên avahiya Parêzgeriya Amedê diparastin rastî êrişa biçek hatine û di encamê de jî polisek birîndar bû.


Polîsên birîndar ji bo dermakirinê rakirin nexweşxaneyê.


Hat gotin hêzên ewlekariyê li herêmê dest bi operasyonê kir.