Îran ‘cehşên’ malnişîn kom dike

Hewlêr (Rûdaw) – Îsal, di navbera pêşmergeyên herdu partiyên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê û pasdarên Îranê de 3 caran pevçûn çêbû. Di pevçûnan de hejmarek pêşmerge şehîd bûn.

 

Hate gotin ku tiliya endamên xwecîhî yên pasdaran di şehîdbûna van pêşmergeyan de hebûye û wan cihê pêşmergeyan eşkere kirine. Vê yekê careke din rola endamên xwecîhî yên pasdarên Îranê, anî rojevê.

 

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji endamên xwecîhî yên spaya pasdaran re dibêje “cehş”.

 

Piştî şerên li Rojhilatê Kurdistanê û paşde vekişandina partiyên kurdî, di naveransta salên 1990î de Îranê hest pê kir ku rol û bandora pasdarên xwecihî li nemaye. Lewma di sala 1997ê de beşek ji wan malnişîn kir.

 

Ew ên hatine malnişînkirin temen mezin û yên asta xwendina wan kêm bûn. Weke sîxor ji malnişînan sûd dihate wergirtin. Li hemberî vê yekê, kolmeyek pere û hinek xwarin jî dihate dayîn. 

 

Beşek ji wan malnişînan, piştî ku tevgera pêşmergeyan li Rojhilatê Kurdistanê hate rojevê, bi taybet jî jiber ezmûna wan a şerê ligel pêşmerge, careke din hatine bangkirin.

 

Ligel vê yekê, di nava van du salan de, beşek ji fermandarên artêşa pasdaran, projeyek ji bo endam wergirtina ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, dane destpêkirin. Heta niha li Ûrmiye û Sine, ji bo van ciwanan çend xulên perwerdeyê jî hatine sazkirin.

 

Bi hêzên xwecihî parastina ewlekariyê

 

Pisporekî ewlekariyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, derbarê mijarê de ji Rûdawê re got;

 

“Fermandarên Îranê dixwazin kurdan bi hev bidin kuştin. Ew naxwazin ji bo parastina ewlekariyê hêzê ji derve bînin. Wate bi hêzên xwecihî vê yekê çareser dikin. Vê stratejiyê îsal li Rôjhilatê Kurdistanê encam jî da. Ew kesên şerê pêşmergeyan kirin û dafik danîne pêşiya wan, her dîsa endamên xwecihî yên pasdaran bûn.”

 

Endamên nû yên pasdaran beşdarî xûlên taybet ên perwerdehiyê dibin û girêbastekî 25 heta 30 salî îmze dikin. Bi vî awayî dibin endamê fermî yê artêşa pasdaran. Ew kesên ku ji van xulan bi serkeftî dernakevin jî, di rewşên taybet de bang li wan tê kirin.  

 

Meaşên wan çend e?

 

Dewleta Îranê hinek îmtiyazan dide endamên hêzên xwecihî. Weke mînak dikarin ji bankayan deyn werbigrin. Xanî û erd jî didin wan. Karên wan ên taybetî yên derman û çareseriya pizîşkî heye. Li hinek firoşgehên artêşê, tiştan bi qist dikirin.

 

Meaşê herî kêm ê endamekî hêzên xwecihî 400 hezar Tumen e, ku ev yek jî dike 100 dolar. Li gorî xizmet, paye û hejmara malbatê jî meaşên wan tên guhertin. Meaşê endamên li bajêr û yên li gundan jihev cuda ne. Herwiha pereyê kesên ku diçin şer jî cuda ye.

 

Kurdên Sunnî nabine serleşker

 

Kurdên sûnnî ên endamên hêzên xwecihî, tenê dikarin bibin serheng an ku fermandarê tîmekî. Ji wê zêdetir payeyên wan bilind nabe.

 

Rêxistina pasdarên xwecihî, yeklemîn car di sala 1979ê, li bajarê Kirmanşanê, bi navê “Rêxistina Pêşmergeyên Misliman” hate damezrandin. Yekemîn car kesekî bi navê Mihemed birocerdî ev rêxistin ava kir û yekem fermandarê wî jî Mamo Rehîm Ehmedî bû.

 

Ehmedî û ew kesên din ên vê rêxistinê, wê demê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, ji tirsa pêşmergeyan revîbûn û hatibûne Kirmanşanê.

 

Vê rêxistinê di zivistana sala 1979ê de, di yekemîn hewla çekdarî de, beşdarê dagirkirina bajarên Kamyaran kir ku ev bajar dikeve navbera parêzgeha Sine û Kirmanşanê. Paşî rêxistina “Pêşmergeyên Misliman” tevlî rêxistina “Besîc” a cerdevanan bû.

 

Artêşa Pasdaran li Rojhilatê Kurdistanê xwe di çarçoveya 3 hêzên leşkerî de birêxistiye. Hêza 21 a Hemze ku navenda wê li bajarê Ûrmiyê ye, Hêza 22 ya Beytûlmûqedees ku navenda wê li Sine ye, Hêza Nebî Ekrem ku navenda wê jî li Îlam û Kirmanşanê ye. Lê, hejmara çekdarên Hêz 21 a Hemze ji yên din zêdetir e û li Kurdistanê zêdetir axaftina wan derbas dibe.

 

Sîstema federalîzmê ya pasdaran

 

Artêşa pasdaran li parêzgehên Îranê bi sîstema federalîzmê tên birêxistinkirin. Wate desthilateke fireh a fermandarên pasdaran hene.

 

Weke mînak, eger li parêzgehekî şer an jî aloziyek hebe, fermandariya pasdaran bixwe biryar dide. Herwiha, eger ligel welatên cîran, weke mînak, ligel Herêma Kurdistanê pirsgirêkek sînorî hebe, fermandariya pasdaran dîsa bixwe dibe mûxatab.