Li Efrînê 3 Kurd hatin revandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 3 Kurd ji aliyê grûpa Ehrar El-Şerqiyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê ve hatin girtin.
Li herêma Efrînê ya dagirkirî welatiyên Kurd bi hincetên cuda cuda tên girtin an ravandin.
Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiyeyê 3 Kurdên ji gundê Miskê Tehtaniyê yê navçeya Cindirêsê ya Efrênê revandine.
Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, welatiyên bi navê Mihemed Hennan Sîdo (37), Hisên Ebdulla Idê (37) û Elî Mihemed Minkawî (37) bi hinceta ku berê li Rêveberiya Xweser beşdarî "Erka Parastinê" bûne hatine revandin.
Hat ragihandin ku heta niha çarenivîsa her sê girtiyan ne diyar e.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Rêxistinên mafê mirovan ên xwecihî û navneteweyî ji sala 2018an ve gelek caran di raporên xwe de daye zanîn ku milîsên alîgirên Tirkiyeyê xelkê Efrînê direvînin û bi zorê dest datînin ser mal û milkên wan.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê beriya bi daxuyaniyekê ragihand ku rêxistinên Qeter û Kuwêtê tevî Tirkiyeyê demografiya Efrînê diguherin.
Rêveberiya Xweser bang li rêxistinên mirovî yên mafên mirovan û civaka navneteweyî kiribû da ku rê li ber wî karê neyasayî bigirin.
Li aliyê din, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî Tebaxa 2023yan ji ber binpêkirinên mafên mirovan ceza bi ser Lîwaya Silêman Şah û Firqeya Hemzeyê de sepandibû.