Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 2 dronên Tirkiyeyê hatin xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên wan 2 dronên din ên Tirkiyeyê xistin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 2 dronên artêşa Tirkiyeyê xistine xwarê. 

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şervanên wan îro sibehê 2 dron li gundê Ceradê yê Minibicê xistine.

Meclîsa Leşkerî nedaya zanîn ku hêzên wan ew dron bi çi awayî û bi kîjan çekan xistine xwarê.

Gundên li bakurê Minbicê gelek caran rastî êriş û topbaranên artêşa Tirkiyeyê û grûpên ser bi wê ve tên.