Rêveberiya Xweser dê li ser hilbijartinan çi biryarê bide?

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser careke din xwest ku hilbijartinên şaredariyan li dar bixe.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku 11ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan bên kirin.

Tirkiyeyê piştî vê biryarê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kiribûn û ji bo hilbijartin neyên kirin gef xwaribû.

Amerîkayê jî ji ber nebûna şert û mercên guncaw ji Rêveberiya Xweser xwestibû ku lidarxistina hilbijartinan taloq bikin.

Li aliyê din Reveberiya Xweser ji bo hilbijartinan ev demek e bi gelek aliyan re hevdîtinan dike.

"Li ser lidarxistina hilbijartinan kar bikin"

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser derbarê lidarxistina hilbijartinên şaredariyan daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de wiha got:

“Ji bo ku li gorî pêwîstiyê amadekariyên pêwîst ji bo hilbijartinên şaredariyan bên kirin, Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîsyonên kantonan ên li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re destûr dide ku li gorî rewşa her parêzgehekê di dema ku ew guncaw dibîne, li ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan kar bikin.”

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser heta niha 2 caran hilbijartin hatin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê hatibûn kirin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Her wiha ENKSyê biryar dabû ku hilbijartinan boykot bike.