Floraya Çiyayê Agiriyê tê vekolîn

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen li ser floraya Çiyayê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê vekolînê dikin.

Çiyayê Agiriyê yê ku bi bilindahiya xwe ya 5 hezar û 137 metreyan cihê herî bilind ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye li gel gelek ajelên kovî, mazûvaniya cureyên nebatan jî dike.

Bi pêşengiya  Mamosteyê Biyolojiyê yê Fakulteya Necatîbeyê ya Zanîngeha Balikesîrê Prof. Dr. Tuncay Dîrmencî ji bo ku li ser cureyên nebatan ên li Çiyayê Agiriyê bê vekolîn xebat hatin destpêkirin.

Xebatên vekolînê bi piştgiriya TUBÎTAKê tên kirin.

Armanc ew e ku cureyên nû bên keşifkirin

Li Çiyayê Agiriyê bi taybetî li berpalên bakurê rojhilat ên ji 3 hezar metreyan bilindir dê li ser cureyên tên zanîn vekolîn bên kirin.

Armanc ew e ku cureyên nû yên ku dê li çiyayê bilind û xwedî axên ji hev cuda bên keşifkirin li lîteraturê werin qeydkirin.

Prof. Dr. Tuncay Dîrmencî got ku li Çiyayê Agiriyê bi piştgiriya TUBÎTAKê xebateke girîng dikin.

“Çiyayê Agiriyê mazûvaniya nebatên taybet dike”

Dîrmencî bal kişand ser bilindahiya Çiyayê Agiriyê û got:

"Bilindahiya li vir ji ber volkanîzmayê ye lewma Çiyayê Agiriyê mazûvaniya nebatên taybet dike.

Ev herêm mazûvaniya wan nebatan dike ku li Tirkiyeyê di ser 3 hezar metreyan re nayên dîtin."

“Hinek nebat tenê li Çiyayê Agiriyê hene”

Dîrmencî bi bîr xist, li Îdira ku li bakurê çiyê cih digire ji ber bereketa axê mişmiş û pembû tê hilberîn û wiha domand:

"Çiyayê Agiriyê cihekî wisa ye ku lê endamên endemîk ên ku cara ewil di alema zanistê de cih girt û tenê li vê herêmê digihêjin hene.

Bi vî halê xwe Çiyayê Agiriyê ji hêla pircureyiya biyolojîk ve hîn jî cih ew cih nedîtiye kuheq dike."