Li Amedê 2 bira ligel 3 zarokên xwe bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê bi ser malên 2 birayan de girtin.

Di serdegirtina malan de 2 bira ligel 3 zarokên wan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezoptamyayê, li taxa Selmanê ya girêdayî navçeya Çinarê, hêzên ewlehiyê di operasyonekê de bi ser malên 2 birayên bi navên Ramazan û Davut Datumanî de girtine.

Di girtina ser malan de her du bira ligel 3 zarokên wan ên bi navên Fatîme, Rewşen û Davut Datumanî hatine desteserkirin.

Di çarçoveya lêkolîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatiye destpêkirin de, her 5 kesên desteserkirî birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.

Li gor zanyariyan dema hêzên ewlehiyê Ramazan Datumanî û kurê wî Davut Datumanî desteserkirine, şkence li wan kiriye.

Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê dosyeyê de biryara nihêbûnê daye.