Li Mûşê agir bi mînîbusekê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî ji ber sedemeke ne diyar agir bi mînîbusekê ket û zerar çêbû.

Li Taxa Karşiyakayê ya Mûşê mînîbusek piştî ku ji aliyê şofêr ve hat rawestandin bi xwe bi rê ve çû û agir pê ket.

Şofêr û welatiyên li cihê bûyerê kevir danîn ber mînîbusê û ew rawestand.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Agir hat vemirandin lê mînîbusê ji ber agir zerar dît.

Hat îdiakirin ku ji ber şofêr stopa dest negirtiye mînîbus çûye.