Polîsê ku ciwanê Kurd kuştibû hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê ku li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ciwanê Kurd Adem Kara yê 22 salî kuştibû hat girtin.

Di bûyera 1ê Îlonê de Adem Kara bi îdiaya "guh nedaye hişyariya rawestanê" ji stû û pişta xwe ve hatibû gulebarankirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Midyadê ve tohmeta “kuştina mirovan a bi qestî” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsê ku Adem Kara kuştibû hat girtin û ji Girtigeha Midyadê hatiye şandin.

Hat destnîşankirin ku piştî bûyerê ji aliyê cendirmeyan ve lêkolîna cihê bûyerê hatiye kirin û qeydên kamerayan ên li derdorê hatin berhevkirin.

Çi bûbû?

Di 1ê Îlona 2022an de li Taxa Işiklar a ser bi navçeya Midyadê ve li bazara ajelan bi îdiaya ku polîsan xwestiye Adem Kara yê 22 salî rawestînin lê ew ranewestiyaye û polîsan gule berdanê.

Herwiha Adem Kara yê ku bi guleyên polîsan ji stû û pişta xwe bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mêrdînê canê xwe ji dest da.

Malbata Adem Kara diyar kiribû ku derbarê wî de ti biryara girtinê nebû û nû ji girtîgehê derketibû. Malbat dibêjin dibe ku tirsiya be û ji ber wê yekê ranewestiyabe û ew dê ji bo rastiya bûyerê dê lêkolîna xwe berdewam bin.