TUÎK: Amed bajarê herî nebextewar e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên lêkolîneke Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) parêzgeha Amedê parêzgeha herî nebextewar e li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

Saziya Amaran a Tirkiye îro Yekşemê 4ê Îlona 2022an encamên lêkolîneke li ser bextewariya welatiyan li gor bajaran belav kir ku ew lêkolîn li parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatibû kirin.

Li gor encamên lêkolînê piraniya ew parêzgehên ku şêniyên wan nebextewar in û ji jiyana xwe nerazî ne li Bakurê Kurdistanê ne.

Parêzgeha Amedê di rêza yekem de ye û ji sedî 27ê xelkê wê dibêjin ku ew di jiyana xwe de ne bextewr in. Dêrsim bi rêjeya ji sedî 24.2 di rêza duyem de ye û parêzgeha Rihayê jî bi rêjeya ji sedî 21.04 di rêza sêyem de ye ku li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

Li gor heman amaran bajarê Isparta yê Tirkiyê di rêza yekem a wan bajaran de ye ku herî kêm nebextewarî lê heye, Bolu di vê rêzbendiyê de di rêza sêyem de ye û bajarê Bîlecîkê yê Tirkiyê jî li ser asta Tirkiyê Bakurê Kurdistanê di rêza sêyem de ye ku asta nebextewariyê li wir herî kêm e.

Ew lêkolînên di dema dû salên borî de li ser hev derbarê asta bextewariya takekesî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kirin, derxistiye holê ku parêzgeha Amedê parêzgeha herî nebextewar e li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.