Karkerên Kurd: Bi das û biviran êrişî me kirin

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Sakaryayê yê Deryaya Reş a Tirkiyeyê, 16 karkerên ku ji gundê Kelekê ya bi ser Şermexa Mêrdînê ne rastê êrîşê hatin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak çû wî gundê karkerên kurd ku li Sakaryayê rastê êrîşa nijadperest hatine û rastiya vê êrîşê ji wan pirsî. Karkerên ku ji bo berhevkirina findiqan çûbûn Sakaryayê, bi zehmetî canê xwe xilas kirin û vegeriyan gundê xwe. Ji alav û amûrên wan jî diyar dibin ku bi kîjan tirsê ji wê derê reviyane.

Karkerên ku rastê êrîşê hatine, ji Rûdawê re aşkere kirin ku êrîşkaran bi das û biviran bi ser wan de hatine û gotine ew dê serê wan jêkin. Beşek ji êrîşkaran jî derî li ser wan qefaltiye û gotine ew ê wan bi benzînê bişewitînin. Dayika karkerek ku rastê êrîşê hatiye jî dibêje qîmeta wan li ba êrîşkaran bi qasî kuçik û pisîkeke ku dikeve bîrekê jî tune ye.

Şîlan Demîr yek ji wan karkeran e ku di fotograf û dîmenên li ser medyaya civakî de diyar dibe ka çawa êrîşî wê kirine. Ew dibêje nizanin ka çawa ji destê wan êrîşkaran xilas bûne.

Karkera ku rastê êrîşê hatiye Şîlan Demîr got: “Li ser çavên min xist, li kêlekên min xistin. Stûyê min êşandin. Hêza wan ji ya min zêdetir bû, pir li min xistin. Berê laşê min diêşiya lê niha naêşe. Derî li ser me girtin.”

Karkera ku rastê êrîşê hatiye Tuba Demîr jî dibêje: “Got dixwazî bila sûlaleya jendirmeyan, bila sûlala Kurdan bê. Got jendirme li pey me ne. Ez jendirme me.”

Karkera ku rastê êrîşê hatiye Xedra Demîr jî da zanîn ku êrişkaran rRahiştibûn dasê û wiha axivî: “Digotin em dê birayê te bikujin. Darekî stûr girtibûn, digotin em dê bikujin. Me birayê xwe bi zehmetî ji nava destê wan derxist.”

 Dapîra karkeran dibêje heta serê sibehê ku neviyên wê vegeriyane gund şevê din xew bi çavên wê neketine. Ew ji tirsan ricifiye ku tiştekî bi serê zarok û neviyên wê de bên.

Dapîra karkerên rastê êrîşê hatine Melo Demîr jî got: “Ka îşev serê min çûye ser balgîvê? Bêje ka serê te çûye ser balgîvê? Min got dê kurê min bikujin, qîza min bikujin.”  

Dayika karkerek ku rastê êrîşê hatiye Songul Demîr jî diyar kir ku ew naxwaze zilmê li wan were kirin û wiha pê de çû: “Kuçikek, pisîkek dikeve nava bîrekî, qîmeta wî kuçikî, wî pisikî heye, qîmeta me li ba wan tune ye. Ma qey mirov însanan dixe hundir, serî li ser wan digre û mirov dibêje ez ê we bişewitînim? Çiyaya 10 salî ziravê qetandin. Ma ev heq e, hiqûq e? Serê xwe datînin ser tiştan dibêjin em misilman in. Ma misilmanî bi vî şiklî ye?”

Her sal bi dehan hezar karker ji bo debara xwe ji bajarên kurdan weke karkerên findiqan diçin bajarên Deryaya Reş. Lê hin caran karkerên kurd rastê êrîşên nijadperest tên.