Trump: Ez rê didim Japon û Koreya Başûrê

Navenda Nûçeyan - Serokê Amerîkayê Donald Trump di twittekê de ragihand, ku  ew rê dide Koreya Başûr û Japonê, ku çekên zêdetir û pêşkevtî bikirin.

 

Donald Trump di peyama xwe de ragihandiye, ew rê dide Koreya Başûr û Japonê ku daxwaza çekên pêşkevtî ji Amerîkayê bikin û tekez kir, ku Amerîka amade ye çekan bide wan.

 

Trump got: Ez rê didim Japon û Koreya Başûrê ku rêjeyeke zêde ya kelûpelên leşkerî gelek pêşkevtî ji Amerîkayê bikirin.

 

Ew daxuyaniya Trump piştî wê yekê tê ,ku Koreya Bakur li ser ceribadina  mûşekên balistîk û bombên etomî.

 

Roja yekşembiya vê heftiyê, Koreya Bakur bi fermî piştrast kir, ku wî welatî bombeke bihêz a Hîdrojinî bi awayekê serkevtî ceribandiye. Di encama ceribandina wê bombê de du erdhejên mezin jî li deverê çê bibûn.

 

Ceribandina bomba Hîdrojinî ya Koreya Bakur, rastî bertekên tund ên çend welatan û ji wan, Amerîka, Japon, Koreya Başûr û heta welatên weke Çîn û Rûsyayê jî hat.

 

Her yek ji Japon û Koreya Başûr, ceribandina bomb û mûşekan ji aliyê Koreya Bakur ve bi gef bo ser ewlekariya welatên xwe didin zanîn.

 

Berprisên hikûmeta Piyong Yangê gelek caran gef li Tokyo û Sêulê kiriye.