Li Rojavayê Kurdistanê aloziya serjimêriyê

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebera Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê gefê li wan malbatên ku serjimêriyê qebûl nakin, dixwe û dibêje: “Eger hûn vê yekê qebûl nekin hûnê bibin ecnebî”. Hiqûqnasekî kurd jî dibêje, ev serjimêrî karekî baş e.

Li ser serjimêriya ku vê dawiyê ji aliyê rêveberiya demkî li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, gellek gengeşe û pirs û guman bi xwere anîne holê.

Jêderekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got ku girûpek kesên kurd ser bi rêveberiya demkî,  li bajarê Qamişloyê diçin malên kurdan û daxwaza hejmara endamên malbatê dikin, lê ew malbat vê yekê red dikin ji ber wê jî gef li wan tê xwarin û ji wan re wiha tê gotin: “Eger hûn hejmara xwe nebêjin hûnê bibin Ecnebî”.

Ango gefa wê yekê li wan tê kirin ku ew kesê ku “deftera malbatê” nede dê bênasname bimîne di Kantona Cezîrê de.

Lê ji aliyê din ve mafperwer Serokê Komîteya Mafên Mirov ya Kurdî li Sûriyê (RASID) Silêman Îsmaîl, ji Rûdawê re ragehand:

“Em çi metirsiyê di vê serjimêriyê de nabînin, ev girûpa ku serjimêriyê dike, gellek pirsan dike, ne bi tenê pirsa kesên ji 18 heta 33 dike, ango pirsa milk, mal, tirombêl û hejmara fermanberan di malê de û gellek pirsên din jî dike.”

Silêman Îsmaîl her wiha berdewam kir û got, tiştekî baş e aliyekî fermî yê kurdî serjimêriyê bike çimkî heta niha jî berpirsên partiyên kurdî nizanin ka hejmara kurdan di Sûriyê de çend e.

Deftera Malbatê: Nasnameyek e ku navên dê û bavê û zarokên wan tê de ne.

Li Sûriyê beriya niha kurdên ku nasnameya wan tineba ji wan re digotin “ecnebî”. Lê piştî şoreşa Sûriyê beşek ji wan kurdan nasnameya sûrî wergirtin lê hinek heta niha jî bênasname ne.