Li Wanê 8 kes bi tohmeta qaçaxçitiyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê, hefteya borî bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan 8 kes hatin desteserkirin û yek ji wan bi biryara dadgehê hat girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, xebatên rêlibergirtina koçberên neyasayî û qaçaxçitiya koçberan û bazirganiya mirovan berdewam dikin.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 28ê Tîmehê û 4ê Tebaxa 2024an de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi tohmeta “qaçaxçitiya koçberan û bazirganiya mirovan” 8 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.

Piştî karên îfadewergirtinê 8 kes şandin Dadgeha Wanê.

Dadgehê derbarê kesekî de biryara girtinê da.

Parêzgeha Wanê bi taybetî ji bo koçberên ji Afxan, Îran û Pakistanê wekî rêyeke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tê bikaranîn.