Temaşevanên Rûdawê dikarin bi vî awayî dengê Televizyona Rûdawê rêk bixin

Hewlêr (Rûdaw) - Weşana Rûdawê li ser satelîtê sê kanalên cuda yên deng diweşîne. Temaşevanên Rûdawê dikarin bi rêya hilbijartina kanalên cuda yên deng li weşana bi dilê xwe guhdarî bikin.

Kanala yekem a deng ji bo dîtina weşana Televizyona Rûdawê ye. Asta deng a vê kanalê li gorî standardên televizyonê ye û temaşevanên televizyonê dikarin bi rêya kontrola wergira satelîtê kanala deng a yekem hilbijêrin.

Kanala duyem a deng, weşana Radyoya Rûdawê ye û temaşevanên Rûdawê li ser satelîtê dikarin bi rêya hilbijartina kanala duyem a deng bi kontrola wergira satelîtê li weşana Radyoya Rûdawê guhdarî bikin.

Kanala sêyem a deng, dengê Radyoya Televizyona Rûdawê ye û ji bo bikaranîna taybet tê weşandin. Asta dengê vê kanala deng ji yên din nizmtir e. Çêtir e ku guhdarên Televizyona Rûdawê kanala yekem hilbijêrin ji bo ku asta deng li ba wan standard be.

Beşa Teknîkî

Tora Medyayî ya Rûdawê