Li Amedê agir bi daristanê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şankuşê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket.

Li gorî çavkaniyên xwecihî îro li gundê Sirnaxiyê yê navçeya Şankuşê agir bi daristanê ketiye û di demeke kurt de belav bûye.

Herwiha welatiyên nêzîkî cihê agir bi derfetên xwe midexaleya agir kirine û heta niha midexaleya ji esmanî ve nehatiye kirin û agir berdewam e.

Muxtarê gund Cemal Dalkiliç ragihand ku agir di demjimêrên serê sibehe de dest pê kiriye û ber bi rez û bexçeyên gundiyan ve belav bûye.

Herwiha hatiye gotin ku ji ber herêmeke çiyayî ye divê ji asmanî midexaleya agir bê kirin lê li gel agahdarkirinê midexale nehatiye kirin.

Beriya niha li 2 parêzgehên Bakurê Kurdistanê agir bi zeviyên çandiniyê ketibû lê ji ber midexale nehatibû kirin 15 kesan canê xwe ji dest dabûn û zerareke zêde ya madî çêbûbû.