Amed – Bîra petrolê hat şewitandin

 

Amed (Rûdaw) – Li nêzîkî navçeya Farqînê ya Amedê, bîreke petrolê rastî êrişa çekdarî hat.

Ajansa Anadolu ragihand, şeva borî hêzên PKKê êrişî bîra petrolê ya li devera Akdre ya navçeya Farqînê kirin û agir berdan amûrên derxistina petrolê.

Li gorî nûçeyê, di bûyerê de tevahiya amûrên bîra petrolê şewitîn lê tiştek bi karmendên bîrê nehat, tîmên vemirandina agir karîn şewatê kontrol bikin.

Hat gotin ku piştî bûyerê, hêzên artêşê dest bi operasyonê kirin.