Derbarê doza Tahir Elçî de dîsan biryar nehat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Di heftemîn rûniştina doza Tahir Elçî de careke din dadgehê biryar nehat dayîn. Rûniştina dozê ji aliyê dadgehê ve heta 29ê Mijdarê hat paşxistin.

Heftemîn rûniştina doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî ku sala 2015an di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin, îro 5ê Temûzê demjimêr 10:00an li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat sazkirin.

Di çarçoveya dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 jê polîs in. Di dozê de kesê bi navê Ugur Yakişir ku nehatiye girtin bi daxwaza cezayê heta hetayê û polîsên bi navên S.T., F.T. û M.S. jî bi daxwaza cezayê 2 sal û 6 mehan tên darizandin.

Heyeta dadgehê di civîna îro de daxwazên ji bo lêkolînên li cihê bûyerê û guhdarîkirina polîsên îstîxbaratê red kirin.

Di civînê de herwiha heyeta dadgehê piştî îfadeyên bersûc û şahidan biryara xwe ya demkî eşkere kir û doz heta 29ê Mijdarê paşxist.

Tevî ku di ser kuştina wî re 8 sal derbas bûne, lê heta niha ji bo Doza Tahir Elçî biryarek derneketiye.

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglu û endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê û Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrîkulu jî beşdarî rûniştinê bûn.

Yekîtiya Baroyên Tirkiyê, rêxistinên sivîl, baro û heyetên biyanî jî beşdarî rûniştina dozê bûn.

Baroya Amedê di peyamekê de ji bo doza parêzerê Kurd û serokê xwe yê berê, banga hevkariyê û beşdarûna di civîna îro ya dadgehê de kiribû.

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida medyayê di êrişeke çekdarî de gule li serê wî ketibû û di encam de canê xwe ji dest dabû.

Doza Tahir Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê di 21ê Cotmeha 2020an de hatibû lidarxistin. Şeşemîn rûniştina dozê jî di 23ê Mijdara 2022an de hatibû kirin.