Li bajarokê Mabata yê Efrînê welatî daxwaza malên xwe dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Mabata yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, welatiyên Kurd ku malên wan hatine desteserkirin nerazîbûna xwe nîşan didin û daxwaza wergirtina malên xwe dikin.

Mistefa Şêxo, çalakvanê Efrînî ji Tora Medyayê ya Rûdawê re got, “Hejmarek welatiyên Kurd ji pênc salan ve li nav gundê xwe koçber in û malên wan ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagîrkirin.”

Şêxo da zanîn ku hejmarek welatî li nav bajarokê Mabata kom bûne û daxwaza derxistina erebên hawirde ji nav malên xwe dikin.

Şêxo got jî çekdarên Emşat 400 dolar ji Erebên hawirde distînin li hember radestkirina malên Kurdan, lewma alozî di navbera erebên hawirde û çekdarên Emşat de derketine.

Welatiyek ku daxwaza malên xwe dike wiha dibêje "Em xwediyê heq in. Ev avahî, ji 5 salan ve koçber tê de ne. Em jî koçber in. Weke ku ew koçber bûn, em jî koçber in. Em ji Helebê koçber bûn. Me mal û milkê xwe hemû li Helebê hiştin û em hatin. Ev mal mala min e û em koçber in. Em ji Helebê hatin û me malên xwe li şûn xwe hiştin. Em hemû koçber in. Ez daxwazê li komîteya dadwerên serbazî dikim ku mala min ji min re vegerînin. Ez nikarim werim mala xwe, ez nikarim werim taxa xwe, ez nikarim. Me çend caran daxwaz kir. Birayê min hat, li wî dan û berdan wî. Ji hîngê ve, ev 2 sal û nîv in em nehatine taxa xwe. Werin li halê xwe temaşe bikin û li halê me temaşe bikin. Em xwediyê heq in. Eger em ne xwediyê heq bana, ew nediaxivîn, û Xwedê dizane, ji 50-60 salî ve ev erd ê me ye, ne ji niha ve."