Li Îdirê 2 malbat bi dar û beran bi hev ketin: 16 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de yek ji wan berpirsê ewlekariya taybet, bi giştî 16 kes birîndar bûne.

Li gor agahiyan îro Çarşemê 5ê Temûza 2023an li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê di navbera du malbatên ku dijminatiya wan hebûye şer derketiye. Di encama şerê malbatan de jinek, berpirsekî ewlekariya taybet û kesekî din birîndar bûye.

Piştî bihîstina vî şerî li gundê Mûçê yê ser bi navenda bajêr endamên her du malbatan bi kevir, dar û kêran êrîşî hev kirine. Li wê derê jî 13 kes birîndar bûne û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatine veguhestin.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê li nexweşxaneyê û gundê ku bûyer lê çêbûye tedbîrên ewlekariyê wergirtine.