Nêçîrvan Barzanî û Lindsey Graham Pirsa Kurd li Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê pêşwaziya senatorê navdar ê Amerîkî Lindsey Graham û şandeya pê re kir. Hat diyarkirin ku di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û pirsa Kurd li Sûriyê hat gotubêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Sêşemê 5ê Tîrmeha 2022an li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê pêşwaziya senatorê navdarê Amerîkî Lindsey Graham û şandeya pê re kir ku ji Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski, Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî John Brennan û hejmarek diplomatkar û berpirsên leşkerî pêkhatibû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di civînê de rewş û prosesa siyasî ya Iraqê, pêşhatên dawiyê yên şerê li dijî terorê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan û rewşa Sûriyê û pirsa Kurd li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Hat destnîşankirin ku her du alî li ser girîngiya parastina aramiya deverê hevhizir bûn ku metirsiya DAIŞê li ser aramî û seqamgîriya Iraq û Sûriyê gefek rasteqîne ye, divê aramî deverê parastî be û hemû alî di vî warî da bixebitin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de her wiha hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştgirî û alîkariyên Amerîkayê yên di dema şerê li dijî terorê de ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê spasiya Lindsey Graham kir.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkî re tekîd kir ku kilîta çareseriya pirsgirêkên Iraqê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê ye bi rêya diyalogê û li gor destûra Iraqê.

Têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û herêmî, pêşhatên dawiyê yên herêmî bi giştî çend mijarên din yên civîna navbera Senatorê Amerîkayî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bûn.